• Thursday, 19 February 2026
logo

Silêmanî: Bi birûskê 2 kes bûne qurbanî

Gulan Media September 7, 2015 Nûçe
Silêmanî: Bi birûskê 2 kes bûne qurbanî
Li gundekî sînorê Kelarê ser bi parêzgeha Silêmaniyê di encama ewir û birûskan de kesek mir û kesekî dinê jî birîndar bû.

Jêderekê li nexweşxaneya fryakeftinê ya Kelarê ji Xendanê re ragihand: Îro duşeme 7/9/2015 di demjimêr 11 pêş nîvro li gundê Kîjok a ser bi qeza Kelar ya ser bi Silêmaniyê ewir û birûsk li du welatiyan daye û di encamê de kesek jiyan ji dest daye û yekî dinê jî li nexweşxaneyê tê derman kirinê.

Jêderê Xendanê got ku ew kesê jiyana xwe ji dest daye temenê xwe 16 salî ye.

Ji aliyekî dinê ve jêderekê li nexweşxaneya Kelarê ji Xendanê re ragihand ku birûskê li serî heya bi milê ew kesê jiyana xwe ji dest daye şewitandiye.

Xendan
Top