• Thursday, 19 February 2026
logo

114 koçber hatin rizgarkirin

Gulan Media September 7, 2015 Nûçe
114 koçber hatin rizgarkirin
Zêdetirî 100 koçberên sûrî li başûrê Qubrisê di nava Deryaya Spî ya Naverast de, beleman wan têk çû û jiyana wan ket metirsiyê de, lê zû hatin rizgarkirin.

Rayedarên Qubrisê ragihandin ku, duhî 114 koçberên Sûriyê ji nava deryayê hatin rizgarkirin, ku belema wan têk çûbû. 54 ji wan jin û zarok bûn.

Ew koçber ji Sûriyê bi belemeke girtina masiyan derketibûn û dixwestin xwe bigihînin Yûnanistanê. Belema wan 40 m başûrê Qubrisê têk çûbû.

Ew koçber hemû bi selametî bo kenarê Larnka hatin veguhestin, lê ti agahiyên din ser wan koçberan nehatiye belavkirin.

Tê zanîn ku di vê dema dawiyê de pêleke mezin ji koçberan ku piraniya wan xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne, xwe li deryayê didin û berê xwe didin welatên Ewropayê.

Rûdaw
Top