• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Oramarê 37 leşkerê Turk hatine kuştin

Gulan Media September 6, 2015 Nûçe
Li Oramarê 37 leşkerê Turk hatine kuştin
Hat zanîn ku di êrişa devera Oramarê ya Bakurê Kurdistanê de, fermandeyê tabûra Oramarê ya artêşa Tirkiyê û bi dehan leşker hatine kuştin. Tê gotin komek leşker jî bi saxî ketine destê PKKê.

Şeva borî li devera Oremarê ya girêdayî bajarokê Geverê yê Bakurê Kurdistanê, bombe bi karwaneke hêzên artêşa Tirkiyê de teqiyabû, paşê şer û pevçûn di navbera leşkerên Tirk û gerîlayên PKKê de derketibû.

Li gorî medyaya Tirkiyê, di wê êrişê de gellek leşker hatine kuştin û gellek leşker jî birîndar bûne lê heta niha artêşê hejmara kuştî û birîndaran eşkere nekiriye.

Li gorî hinek agahiyan, di êrişa han de fermandeyê tabûra Oramarê ya artêşa Tirkiyê Îlker Çelîkan jî hatiye kuştin.

Fermandehiya giştî ya artêşê tenê gotiye, di êrişa Oramarê de kuştî û birîndar hene.

Lê rayedarekî ewlehiyê yê Tirk ji ajansa Reutersê re gotiye, di şerê Oramarê de 16 leşker hatine kuştin.

Rojnamevanê navdarê Tirk Fatîh Altayli jî gotiye, di şerê Oramarê de zêdetirî 30 leşkeran hatine kuştin û cenazeyên wan jî ketine destê PKKê.

Çavkaniyên nêzîkî PKKê jî dibêjin, di şerê Oramarê de 37 leşker hatine kuştin û 12 leşker jî bi saxî ketine destê PKKê.

Rûdaw
Top