• Thursday, 19 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê civîna aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê

Gulan Media September 6, 2015 Nûçe
Daxuyaniyek ji Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê civîna aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê
Birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand: Li ser daxwaza nûnerê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê ya ji bo paşxistina civîna aliyên siyasiyan û piştî rizamendiya her yek ji Partiya Demokrata Kurdistanê, Tevgera Goran, Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê, Komela Îslamiya Kurdistanê, biryar hate dayîn civîna roja yekşemê (06/09/2015) bê paşxistin heta heftiya pêş de û li roja yekşemê (13/09/2015) li heman dem û cihê diyarkirî bê encamdan.

Mebesta paşxistina civînê jî ji bo wê yekê ye ku aliyan pêwîstî bi demên zêdetir heye ji bo encamdana civînên navxweyî û hevbeş li gel hevdû bi mebesta guftûgokirin û nirxandina komek pêşniyaran li vê maweyê da û amadekirina wan ji bo kombûna pêş de.

Her wiha Fuad Husên ragihand, hêvîdarîn kombûna pêş de yekalîker bê û xelkê Kurdistanê bêne şad kirin bi helwestekî yekgirtî hevbeş li berjewendiya gelê Kurdistanê de be.

Fuad Husên
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
05/09/2015

Top