• Thursday, 19 February 2026
logo

Parlemanterek: Herêm dê biryarek giran bide

Gulan Media September 6, 2015 Nûçe
Parlemanterek: Herêm dê biryarek giran bide


Parlemantereka fraksyona PDK li encûmena nûneran a Îraqê radighîne ku eger Bexdad bi rêkeftina neftê li gel herêma Kurdistanê pabend nebê, ewê bijardeya cudabûna herêmê yek ji egeran bêt.

Necîbe Necîbm endama fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê PDK li parlemana Îraqê ragihandiye ku, hikûmeta herêma Kurdistanê mijûlî gotûbêjkirina çend bijardeyekî ye bo miamelekirin li gel hikûmeta navendî.

Amaje bi wê yekê jî kir ku, xwedana alîkî ya hikûmeta navendî ji cîbicîkirina rêkeftina neftê navbera herêmê û Bexdadê û xercnekirina beşa budceya herêma Kurdistanê, rêznegirtine li rûbirûbûna terorîstane ji aliyê pêşmerge ve, eve jî bijardeya xwevekişînê û cudabûnê dixe pêşiya hikûmeta herêmê, her çiqas ev biryar giran be jî.

Ew parlemanter daxwaz li hikûmeta navendî dike ku helwestên xwe beramber bi hevbeşên xwe biguhere û rêzê li rêkeftina navbera wan de bigre.

Jêder: Almedar Xendan
Top