• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Amedê derketina derve hat qedexekirin

Gulan Media September 6, 2015 Nûçe
Li Amedê derketina derve hat qedexekirin
Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, rewşa awarte hat ragihandin û derketina derve ji welatiyên re hat qedexekirin.

Piştî êrişa çekarî ya îro ya li dijî hêzên polîs, li bajarê Amedê rewşa awarte hat ragihandin û derketina derve hat qedexekirin.

Li gorî agahiyan, qedexeya derketina derve tenê li navçeya tûrîstî ya Sûrê hatiye ragihandin.

Îro danê sibê li navçeya Sûrê ya Amedê, di encama êrişeke çekdarî de 2 polîs hatibûn kuştin û 3 polîs jî birîndar bibûn.

Piştî bûyerê hêzên polîs dest bi operasyonê kiribûn.

Li gorî medyaya Tirkiyê, hinek caran li nav bajêr de dengê şer tê bihîstin û heta niha gellek kes jî hatine desteserkirin.

Rudaw
Top