• Thursday, 19 February 2026
logo

Piştevaniya navdewletî bo komisyona balaya serbixweya hilbijartin û rapirsiyê

Gulan Media September 6, 2015 Nûçe
Piştevaniya navdewletî bo komisyona balaya serbixweya hilbijartin û rapirsiyê
Di çarçoveya xebatên fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê yên ji bona bidestxistina piştevaniyê bo komisyona balaya serbixweya hilbijartin û rapirsiyê li herêma Kurdistanê û nasandina wê komisyonê bi civaka navdewletî, roja pêncşemiyê digel diplomatkar û nûnerên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de ku, serok û endamên komisyona balaya serbixweya hilbijartin û rapirsiyê li herêma Kurdiustanê amade bûn, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember wê yekê nîşan de ku hijmara konsulxane û nûnerên welatên biyanî li herêma Kurdistanê zêde dibin û ev yek jî nîşana wê yekê ye cîhanê bawerî bi herêma Kurdistanê heye. Mistefa got ku ji bona paşeroheke baştir û di çarçoveya siyaseta berjewendiyên hevebş, herêma Kurdistanê lê dixebite têkeliyên xwe digel welatên cîran û civaka navdewletî berfirehtir bilke.

Mistefa, ji bona wan alîkariyên leşkeriyên pêşkeşî herêma Kurdistanê û hêzên pêşmergeyê Kurdistanê dikin, li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya Amerîka, welatên cîran û hevpeyamniya navdewletiya dijî DAÎŞê kir kir:

- Divê em wê yekê bizanibin ku hêşta şerê dijî terorîstên DAÎŞ bidawî nehatiye û pêwîstiya herêma Kurdistanê bi hevkarî û pêştevaniya zêdetir heya û em bi hev re dikarin rêxistina terorîstiya DAÎŞ ku, ji bo ser hemû cîhanê metirsiye, jinavbibin.
Berprisê têkeliyên derva yê herêma Kurdistanê li ser rewşa koçber û penaberan jî got ku, hijmareke zêde ya lêqewmiyan ji deverên cudayên Îraqê û ji Suriyeyê li herêma Kurdistanê, weke herêmeke aram, bi cî bûne û hikûmeta herêma Kurdistanê alîkariya wan kiriye û ew hewandine, lê di warê însanî de pêwîstiya herêma Kurdistanê zêdetir bi hevkarî û alikariyê heye.

Misetfa di berdewamiya axavitina xwe de daxwaz ji beşdarên civînê kir ku bi rêya welatên xwe û saziyên welatênx we yên hevşêwe bikin ku di ware teknîkî, şîretkirin û tecûbe û şaraziyê de, alîkariya komisyona balaya serbixweya hilbijartin û rapirsiyê li herêma Kurdistanê bikin:

- Hikûmeta herêma Kurdistanê gelek bi giringî li kar û xebatên komisyonê dinêre ji bo misogerkirina hilbijartin û referndumeke serkeftî û bawerpêkirî li ser asta navdewletî li herêma Kurdistanê ku, ev jî beşek girin yê çespandina pirensîpên pirosesa demokrasiyê û mafê mirovî li herêrma Kurdistanê ye.

Sefîr Nezmî Hezurî konsulê Filestînê li herêma Kurdistanê ku ew, serokê desteya diplomatkaran li herêma Kurdistanê ye, got ku komisyona serbixweya hilbijartin û referndumê ya herêma Kurdistanê li gor qanûn û destûra Îraqê hatiye damezrandin ku rê ji xelkê herêma Kurdistanê re dide di dema hilbijartinan de dengê xwe li ser pirosesa siyasî û parlamentoyî li Kurdistanê bidin:

- Mafê diyarkirina çarenivîs ji bo hemû gelan e û her du gelê kurd û filestînî li ser vê pirsê dinalîn in, lê ev maf digel qanûn û yasayên navdewletî mitabiqe.

Hindirên Mihemd serokê komisyona balaya serbixweya hilbijartin û rapirsiyê li herêma Kurdistanê di axavtinekê de got ku raste ev komisyon di sala 2014ê de hatiye damezrandin, lê dîroja komisyona hilbijartinan li herêma Kurdistanê bo sala 1992ê vedigere ku hîngê yekem hilbijartinên parlametoyê li Kurdistanê hatin encam dan.

Top