Ji ber aloziyên li Bakûrê Kurdistanê, deriyê Îbrahîm Xelîl rawestiye
Eve çend rojin ku ji ber şer û pevçûnên li Silopî, Cizîrê û herêma Botanê, deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl ê di navbera Başûr û Bakûrê Kurdistanê daxistiye. Welatiyên ku dixwazin herin Bakûr nikarin herin, yên ji wî aliyê jî nikarin bên.
Cîgirê Rêveberê Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl Mihemed Tahir ji bo BasNewsê ragehand ku sedema daxistina derî ji aliyê Bakûrê Kurdistanê ye û biryara dewleta Tirkiyê ye, ti pirsgirêkek li aliyê Başûr nîne.
Tahir diyar kir ku eve du roje bi taybet jî jiber girjî û aloziya li Czîr û Silopiyê derî hatiye girtin. Tahir her wiha daxuyand ku ji herdu aliyan ve jî xelk mexdûr bûye û berpirsên Tirkiyê jî derbarê vekirina derî de ti roj an jî muhletek diyar nekirine.
Ji pêr şev demjimêr 20:00’ê ve li navçeya Cizîrê derketina derve qedexeye û hêzên ewlekariyê Tirkiyê li navçeyê operasyonê encam didin. Tê gotin ku hemûrêyên pêwendî û hatin û çûnê hatine girtin û ji herêmê agahiyên rast nayên wergirtin. Herwiha li Cizîrê şer û pevçûn hene.
Basnews
