Amed – 2 polîs hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
Îro danê sibê li navçeya Sûr a Amedê, hêzên polîs ên ku dixwestin xendeqên li nav bajêr de tijî bikin, rastî êrişa çekdarî hatin.
Li gorî agahiyan, di bûyerê de 2 polîs hatin kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn, hat gotin ku rewşa birîndarekî baş nîne.
Li gorî medyaya Tirkiyê, ew êriş ji aliyê şervanên rêxistina YDG-Hê ya nêzîkî PKKê ve hatiye kirin û piştî bûyerê di navbera wan û hêzên polîs de şer derketiye.
Rudaw
