John Kerry behsa Alan kir
Wezîrê Derve yê Amerikayê John Kerry ji rojnamevanan re ragihand, Neteweyên Yekbûyî, krîza koçberên Sûriyeyê ya niha wekî krîza herî mezin a 25 salên vê dawiyê nirxandiye û welatî wan amadeye di vê mijara de zêdetir rolê werbigire.
John Kerry diyar kir, Amerîkayê heta niha ji bo penaberên Sûriyeyê buhayê 4 milyar dolarî alîkariyên mirovahî kiriye.
Kerry amaje kir ku rewşa koçberên Sûriyê yên ji ber şerî li dewletên ciran bicih bûyîn gelekî xirabe.
Herwiha Keryy da zanîn ew dê zêdetir alîkariya bidin û wiha got: “Ez bawer nakim ew (penaber) bi awayakî mayînde werin qebûlkirin. Li li Lubnanê û Urdinê kampên me yên mezin ji bo penaberan heye. Herwiha li Tirkiyeyê jî hene. Ji bo çareserkirina pirsgirêka penaberan dibe ku em hinek din kamapan ava bikin.”
John Kerry beriya niha gotibû, Amerîka di îsal de hezar û 500 koçberên Sûriyeyê û di sala bê de jî 8 hezar penaberên sûrî werbigirin.
Ji aliyê din ve Kerry li ser pirsekê anî ziman, wî wêneyê Alan Kurdî dîtiye û wiha got: “Wêneyê Alan gelekî bi bandor bû. Di temenê wî de neviyekê min heye. Tu bixwazî û nexwazî ev yek tê bîra mirov.”
Rudaw
