• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Cizîra Botan şer û li Dêrsîmê êrişa fedayî

Gulan Media September 5, 2015 Nûçe
Li Cizîra Botan şer û li Dêrsîmê êrişa fedayî


Şeva borî 4-5/9/2015 li gelek bajarên bakûrê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera polîs û leşkerên Tirk û gelê Kurd û gerîlayên PKK de rû dan û hîna jî pevçûn cih cih berdewamin, kuştî û birîndar hene.

Li bajarê Dêrsîmê şeva borî gerîlayên PKK êriş qereqola polîsan kirin û di encama şer û pevçûnan de polîsek hatiye kuştin û polîsek û keçek 16 salî birîndar bûne.

Li gor nûçeya Radîkalê êriş şeva borî demjimêr 11:20 xulek ji aliyê 2 gerîlayên PKK`ê ve hatiye encam danê. Li gor nûçeyê herdu gerîla şehîd bûne.

Her weha li bajarê Şirnexê jî li hemberî otombêlekê êriş pêk hatiye û têde çawîşekî pispor birîndar bûye.

Her şeva borî dewleta Tirk li bajarê Cizîra Botanê biryara qedexeya hatûçûnê ragihand û piştre jî hêzên ewlekariyê û tîmên taybet êrişî taxên bajêr (Nur, Cudî) û gelek taxên dinê kirin û heya serê sibehê dom kir û heya niha li gorî hatiye zanîn welatiyek jiyana xwe ji dest daye û bi dehan jî birîndar bûne.

Di heman demê de gelê Kurd li bajarê Gever û Nusêbînê bo piştevaniya Cizîra Botan rabûn ser piya û şer û pevçûn di navbera xelkê û polîsan de derketin, li Nusêbînê jî welatiyekî jiyana xwe ji dest daye.

Xendan

Top