Li Bexdayê şereke dijwar qewmî
Di navbera hêzên leşkerî û hêzeke çekdarî de şer qewmî.
Li gor çavkaniyên nûçeyan dohê bişev di navenda Bexdayê de di navbera hêzên leşkerî û hêzên çekdar yên ku tê payîn karkerên Tirkiyeyê rifandine şereke dijwar qewmî.
Jêderên ewlekarî eşkere kirin ku ew şer li taxekî de qewmiye ku tê gotin ew karkerên Tirk yên ku beriya çend rojan hatibûn rifandin li tên ragirtin û şeva derbasbûyî hêzên ewlekarî bo azad kirina wan karkeran dest bi operasiyonekî kirine lêbelê hêzên çekdar bersifa hêzên ewlekarî dane û şer qewmiye.
