• Thursday, 19 February 2026
logo

Almanya dixwaze navendeke wergirtina koçberan li Tirkiyê vebe

Gulan Media September 5, 2015 Nûçe
Almanya dixwaze navendeke wergirtina koçberan li Tirkiyê vebe
Almanya eşkere kir ku welatên Ewropî li hev kirine ku li Yûnanistan û Îtalyayê navendên mezin yên wergirtina penaberan bên vekirin. Almanya her wiha xwest, li Tirkiyê jî kampeke wergirtina koçberan bê vekirin.

Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Thomas de Maizière di hevpeyvîneke ligel televîzyona EURONEWS diyar kir ku li ser asta Ewropayê li hev hatiye kirin ku li Yûnanistan û Îtalyayê navendên mezin yên penaberiyê bên damezrandin û li wan navendan daxwaza koçberan di ber çavan re bê derbaskirin û biryar bê dayîn ka ew koçber dikarin mafê penaberiyê wergirin yan na.

Thomas de Maiziere her wiha got, yên ku şansê wan yê wergirtina mafê penaberiyê hebe, wê li ser welatên Ewropayê bên parvekirin, yên din jî wê bo welatên wan paşve werin şandin û destûr neyê dayîn ku ber bi welatên din yên ewropî rêya xwe bidomînin.

Wezîrê Navxwe yê Almanya derbarê Tirkiyê de jî got: “Pêwîstiya me bi guftûgoyên kûrtir ligel Tirkiyê heye. Di mijara koçberan de Tirkiye karekî gellekî baş li ser sînorê ligel Sûriyê dike. Lê li Îzmîrê bi hezaran, belkî bi sedhezaran mirov li benda wê yekê ne ku derbasî Ewropayê bibin. Li wir jî – li gor baweriya min – divê bi îmkanên ewropî kampeke mezin ya koçberan bê avakirin, ku li wir biryar bê dayîn ka kî dikare derbasî Ewropayê bibe.”

Rudaw
Top