• Thursday, 19 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Gulan Media September 3, 2015 Nûçe
Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Wêneyê termê wî zarokê Kurdê Kobanê ku li nava avê de xeniqiye wîjdanhejêne û sembolekî dinê mezlûmiyeta gelê Kurde li cîhanê. Alan û malbata wî ku rêya bi cîh hiştina welatê xwe û koçkirinê li ber girtin, mînaka beşxwarî û wê zulma ku bi dirêjahiya dîrokê û li qonaxên cûda cûda de li mîlletê Kurd de hatiye kirin.

Hemû cîhan berpirsê wê yekê ye ku gelê Kurdistanê biparêzin û rê li dûbarebûna karesatên li jiyana mirovên Kurd da bigrin. Dema ewe hatiye dawiyê bi koçberî û trajediya û êşa gelê Kurd bê û li ser axa xwe bi aştî û serbilindiyê de bijîn.

Li gel wê yekê ku daxwaz ji zarok û gedeyên gelê Kurdistanê dikin axa xwe bi cîh nehêlin, daxwaz jî ji civaka navdewletî û welatên azad dikîn ku yarmetiya wan koçeber û penaberan bidin ku rû li Ewrupa kirine û bîra wê yekê jî bê kirin ku çavkaniyên wê zulm û cûdakariyê neyê hiştin ku li dijî gelê Kurdistanê û hemû gelên mezlûmê cîhanê tê kirin.


Serokayetiya Herêma Kurdistanê
03.09.2015



Top