Li Helebê Jinên Kurd taxa xwe diparêzin
Jinên Taxa Şêxmeqsûd a Helebê di 29’ê hizêrana derbasbûyî de tabûra xwe ya hêzên parastina cewherî bi navê “Şehîd Gulê Selmo” ava kirin. Di tabûrê de 60 jinên ereb, kurd û turkman cihê xwe digrin.
Tabûr kar û xebatên xwe bi awayekî koordînekirî bi hêzên YPJ û hêzên Asayîşê re didin meşandin. Yek ji erkên tabûra Şehîd Gulê Selo pêşî li şîdeta ser jinan digre.
Endamên tabûrê çend roj berê dest bi kar û xebatên xwe yên parastinê kirin û li kêleka hêzên YPJ û hêzên Asayîşê parastina taxê dikin. Jinên ku cihê xwe di tabûrê de di saetên êvarê de derdikevin dewriyan.
Jêder: ANHA- XENDAN
