Ew zarokê ku dinya hejand, kurd e!
Li gorî agahiyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, di sibeha roja 2 Îlonê de, komek ji koçberên Rojavayê Kurdistanê ku piraniya wan xelkê Kobanî bûne, bi qaçaxî ji Tirkiyê berê xwe dabûn Girava Kos ya Yonanî lê belema wan di derdyayê de qulibî bû, di encamê de 12 kes di deryayê de xeniqî bûn, ku di nava wan de jinek û 5 zarok hebûne,15 kes jî hatibûn rizgarkirin.
Tê gotin ku malbata Îlan jî wekî tevahiya xelkê Kobanî, ji ber êrişa rêxistina DAIŞê di sala borî de, koçberî Bakurê Kurdistanê bibû û ji bo jiyaneke xweştir û siberojeke bedewtir, biryar dabû tevlî karwanê koçberiya ber bi Ewropayê ve bibe, lê pêlên deryayê rê nedan Îlan û malbata wî bigihên Ewropa û jiyaneke xweştir û aramtir bijîn.
Dengvedana mirina Îlanê, ne tenê li ser torên civakî lê di medya cîhanî de jî pir deng vedaye û di navdartirîn rojname û dezgehên ragihandina cîhanî de jî Îlan bûye manşêt û nûçeya herî pêş.
Rojnameya Îndepêndênt di manşêta xwe de gotiye: “Ger ku wêneya vî zaorkê xeniqî nikaribe biryara Yekîtiya Ewropa biguhere, ma wê çi bikaribe wê biryarê biguhere…”
Rudaw
