• Thursday, 19 February 2026
logo

Çekdaran 16 welatiyên Tirkiyeyê li Bexdayê revandin

Gulan Media September 3, 2015 Nûçe
Çekdaran 16 welatiyên Tirkiyeyê li Bexdayê revandin
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin, 16 welatiyên Tirkiyeyê ku hemû karker bûn, li bakurê Bexdayê ji aliyê çekdaran ve hatin revandin.



Li gor agahiyên ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve, çend çekdarên nenaskirî ku cilên leşkerî di ber wan de bûne, 16 karkerên xelkê Tirkiyeyê ku di bînayekê de kar dikirin, li bakurê Bexdayê revandin.

Hat ragihandin, ewan welatiyên Tirkiyeyê li bajarokê Sedr a li rojhilatê Bexdayê di avaiyeke werzişî de kar dikirin û îro danê sibehî dema ku ew hêşta di xev de bûn, çekdaran êrişî ser wan kiriye.

Berpirsên Iraqê tekez kirine,ku heta niha nasnameya çekdaran nayê zanînû herwiha ti agahî derbarê cihê wan de jî di ber dest de nîne.
Top