• Thursday, 19 February 2026
logo

‘Pirsgirêkên xwe bi rêyên lihevkirinê çareser dikin’

Gulan Media September 3, 2015 Nûçe
‘Pirsgirêkên xwe bi rêyên lihevkirinê çareser dikin’


Serokê Parlamena Herêma Kurdistanê Yusif Mihemed ragehand ku pirgisrêk û berberiya siyasî ya li Herêma Kurdistanê rewşek asayîye û ya giring ewe ku ev pirsgirêk bi rê û rêbazên aştiyane û yasayan bêne çareser kirin.

Konsolê Brîtanya li Herêma Kurdistanê Engos Miky îro Pênçşeme (03-09-2012) serdana Parlamena Kurdistanê kir û ligel Serokê Parlamena Kurdistanê Yusif Mihemed hevdîtinek pêk anî.

Di destpêka hevdîtinê de Mihemed spasiya Brîtanya kir ku di şerê li dijî terorîstên DAIŞ’ê de hevkariya Herêma Kurdistanê kirine.

Mihemed herwiha amaje bi bi pirgirêkên siyasî yên li Herêma Kurdistanê ya di navbera aliyên siyasî de kir û diyar kir ku ev proseyek asayîye, ya giring ewe ku ev pirsgirêk bi rê û rêbazên aştiyane û yasayî bêne çareser kirin û dûr be ji tundutîjiyê. Mihemed got ku Parlaman weke cihê yasadanînê çavdêriyê dike û hewl dide pirgirêk bi rêbazên lihevkirinê bêne çareser kirin.

Konsolê Brîtanya Engos Miky jî diyar kir ku eve pirgirêkek navxweyî ye û welatê wî bê alî li mijarê dinere. Miky hêvî kir ku ev pirs di demek nêzîk de bi rêyên demokratîk bê çareser kirin.

Basnews
Top