• Thursday, 19 February 2026
logo

3 hezar koçberên sûrî gihiştin Almanya

Gulan Media September 3, 2015 Nûçe
3 hezar koçberên sûrî gihiştin Almanya
Li gor agahiyên ji medyaya cîhanê, di wan her du rojên borî de nêzîkî 3 hezar koçberên Sûriyeyê xwe gihandin Almanyayê.

Li gor agahiyan, Hikûmeta Almanyayê ew 3 hezar koçberên sûrî di holên werzişî û kampeke taybet a koçberan li bajarê Monchenê bicih kirin.

Hat ragihandin, xelkê Almanyayê pêşwazî li wan koçberan kirin û wek alîkarî xwain û av bi ser wan de parve kirin.

Pêştir ew koçber di nava axa Hungariya de asê mabûn û rayedarên wî welatî rê bi derbasbûna wan nedidan.

Wezîrê Navxwe yê Eyaleya Bavariya ya Almanya jî rexneyên tund li Hungariya girtin û ragihand, Bodapest pabendî rêkevtina Dublin nebûye û karwanên koçberan ber bi Almanyayê re şandine.

Wî rayedarê almanî tekez kir, Almanya bi ti awayî koçberan ber bi welatên wan ve venagerîne.

Rudaw
Top