• Thursday, 19 February 2026
logo

Tirkiye sindoqên dengdanê li Kurdistanê deynane

Gulan Media August 31, 2015 Nûçe
Tirkiye sindoqên dengdanê li Kurdistanê deynane

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) ragihand, ji ber xirabiya rewşa ewlehiyê, sindoqên dengdanê li Iraq û Başûrê Kurdistanê nayên danîn.

Piştî ku partiyên siyasî yên Tirkiyê nekarîn piştî hilbijartinên 7ê Hezîrana îsal hikûmeta nû ava bikin, biryara hilbijartinên pêşwext hat dayîn. Hilbijartin dê roja 1ê Mijdara îsal were kirin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan (YSK) îro di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, navên hilbijêran dê ji sibê (2ê Îlonê) ve were ragihandin û hilbijêr dikarin heta 10ê vê mehê bizanin ka navên wan di lîsteyên dengdanê de heye yan na, eger nebû dikarin bi rêya malpera YSKê rayedaran agahdar bikin.

Top