• Thursday, 19 February 2026
logo

FLAŞ – Piştî 20 salan şerê PDKê û Îranê dest pê kir!

Gulan Media September 1, 2015 Nûçe
FLAŞ – Piştî 20 salan şerê PDKê û Îranê dest pê kir!
Di navbera pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê – Rojhilat û hêzeke Îranê de şer derket.

Li gor agahiyên Rûdawê, di navbera hêzeke pêşmergeyên PDK – Rojhilat û hêzên ser bi Hikûmeta Îranê ve li gundê Sîsrê ya ser bi navçeya Rebetê ve şer û pevçûn derket.

Li gor agahiyên Rûdawê ji çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê ve, hêzeke pêşmergeyên PDK – Rojhilat li mizgevta gundê Sîsrê ya ser bi bajarokê Rebet li Rojhilatê Kurdistanê bûne û piştî ku hêzên Îranê ew yek zanîne, êrişî ser wan kirine û di navbera her du aliyan der şer û pevçûn derketiye.

Hat zanîn, Hêzên Îranê gundn Sîsrê , Nestan, Geniman û Golê û herêmên derdora wan bi dijwarî topbaran dikin.

Derbarê encama şer û kuştî û birîndarên her du aliyan de ti agahî nehatine zanîn.

Li gor agahiyan, hêzên ser bi Îranê ve ew herêma ku şer lê derketiye, militarize kiriye û hejmara leşkerên xwe li wir zêde kiriye.

Herwiha li gor agahiyên Rûdawê hêzên Îranê hatûçûn li herêmê qedexe kirine û rê bi ti kesî neyê dan biçe herêmê yan li wir derkeve.

Ligel wê çendê jî çavkaniyên taybet ji Rojhilatê Kurdistanê ve ji Rûdawê re dan xuyakiirn, ku dem bi dem dengê teqeyê li herêmê tê bihîstin.

Ligel ku di wan çend salên dawiyê de carna li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê pevçûn di navbera yekîneyên taybet ên PDK - Rojhilat û hêzên Îranê de derketibûn, lê ew zêdetirî 20 salan bû ku di nav kûrahiya axa Rojhilatê Kurdistanê de di navbera her du aliyan de şer çê nebibû.

Bajarokê Rebet ser bi navçeya Serdeştê ye û li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Rudaw
Top