• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka li Rojavayê Kurdistanê navendek leşkerî vedike

Gulan Media September 1, 2015 Nûçe
Amerîka li Rojavayê Kurdistanê navendek leşkerî vedike
Amerîka niha difikire bingeheke leşkerî bo perwerdekirina çekdarên opozisyona Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê ava bike, lê hêj nexuya ye ka dê ew bingeh li kîjan deverê were avakirin.


Li gorî agahiyan Amerîka hewl dide li Rojavayê Kurdistanê bingehekê ji bo perwerdekirina çekdarên dijbereya Sûriyeyê ava bike, lê heta niha ne xuya ye, ka ew bingeh dê li kuderê were ava kirin.

Jibilî piştgîriya esmanî ya balafirên Amerîkayê û hevpeymanan di şerê li dijî DAIŞê de, bo yekemîn car karê hevbeş di navbera hêzên Amerîkayê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de tê encamdan û li deverên di bin kontrola YPGê de navendeke leşkerî ya Amerîkayê tê vekirin da ku rahênanê bi çekdarên dijbereyê bike.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê û YPGê bûne yek ji alîyên bi bandor di şerê li dijî DAIŞê de, lewma her çiqas ku YPGê weke beşekî ji PKKê tê hejmartin û PKKê jî ji aliyê Amerîka ve weke rêxistinekê terorîst tê naskirin, lê Amerîka çavê xwe li ser wê xalê neqandiye û kurdên Rojavayê Kurdistanê kirine hevpeymanên xwe.

Niha jî pêşniyareke din a Amerîka gihaştiye wan, ew jî ew e ku navendeke leşkerî ya Amerîkayê li Rojavayê bê vekirin da ku rahênan bi çekdarên dijbereya Sûriyê li deverên di bin kontrola YPGê de were kirin.

Rêxistina DAIŞê sînoreke berfireh bi Rojavayê Kurdistanê re heye. Sînorê DAIŞê yê bi Rojavayê Kurdistanê re li bakûrê Sûriyeyê ji Cerablus dest pê dike heta ku dighîje hemû parêzgeha Reqa li başûrê Kobanî û Girê Spî û di parêzgeha Dêrazorê re derbas dibe heta bakûrê Hesekê û li rojhilatê Hesekê ve ji Şedadê û Holê heta ser sînorê Iraqê dirêj dibe.

Li Rojavayê Kurdistanê herêma Girê Spî û Kantona Kobanî niha bi temamî di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne, lê belê her du bajarên mezin ên Rojavayê Kurdistanê, Qamîşlo û Hesekê bi hevbeşî di navbera Artêşa Sûriyeyê û YPGê de têne birêvebirin.

Navenda sereke ya DAIŞê bajarê Reqa ya li bakurê Sûriyeyê ye ku wek paytexta wê rêxistinê tê naskirin. Piraniya çekdar û dezgehên DAIŞê li wê parêzgehê bicih dibin, lewma tê pêşbînîkirin Amerîka bingeha xwe ya bo perwerdekirina çekdarên opozisyona Sûriyeyê li Girê Spî yan jî li Kobanî ava bike.

Yek ji sedemên din ku Amerîka dixwaze li yek ji wan her du bajarên Rojavayê Kurdistanê bingeha xwe ya leşkerî ava bike ew e ku ew her du bajar zêdetir nêzîkî bingeha leşkerî ya Incirlîkê li Tirkiyeyê ne.

Balafirên Amerîka niha rojane ji Incîrlikê navendên DAIŞê di nav axa Sûriyeyê de bombebaran dikin.

Rewşa YPGê li Cizîrê û Hesekê

YPG li herêma Cizîrê û parêzgeha Hesekê piraniya navçeyan kontrol kiriye.

Piraniya dever û bajarên Rojavayê Kurdistanê yên li Cizîrê û Hesekê di jêr kontrola şervanên YPGê de ne. Bajarên weke Dirbêsiyê, Tirbe Spî, Amûdê, Serêkaniyê, Til Temir û çend bajarokên din û gundên li herêmê di destê YPGê de ne.

Navendên her du bajarên Qamişlo û Hesekê bi hevbeşî di navbera hikûmeta Sûriyeyê û YPGê de tê birêve birin.

Li wê herêmê, her du bajarokên Hol û Şedad di jêr destê çekdarên DAIŞê de ne, heta digihîje sînorê parêzgeha Dêrazorê.

Rewşa YPGê li Kobanî û Girê Spî

Li Girê Spî û Kobanî jî, ji Sirrîn heta Başûrê Girê Spî di destê YPGê de ye, êdî bi avakirina bingeha leşkerî ya perwerdekirina çekdarên opozisyona Sûriyê li yek ji van navçeyan, qonaxeke din a şerê li Dijî DAIŞê dest pê dike.

Rudaw
Top