Dîplomatê amerîkî: Bila kurd li Sûriyê bibin xwedî statû
Dîplomatê navdarê Amerîkayê Robert Ford ku çend salan di Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê de pileyeke bilind hebûye. Di hevpeyvînekê ligel Rûdawê de behsa rewşa niha ya Sûriye û Rojava û Başûrê Kurdistanê kir.
Robert Ford, heta beriya sal û nîvekê zilamê Amerîka bû li Şamê. Ford li wî welatî bû dema xelk li dijî rêjîmê daketin kolanan û dest bi raperînê kirin, lê wê demê ew ji siyaseta Serokê Amerîkayê Barack Obama nerazîbû û dest ji karê xwe berda.
Piştî çûna Ford ne bi gelekî, armanca Amerîka li Sûriyê 170 pileyî hat guhertin û ji daxwaza herifandina rêjîmê daket bo lêdana dijminekî Esed, ku ew jî rêxistina DAIŞê ye.
Di dîdareke taybet ligel Rûdawê de, Ford behsa kirîza Sûriyê û pêşeroja kurdên Rojava kir û ragihand: “Dibe ku êdî rûxandina Esed ne hizrekî baş be.”
Her ku kirîza Sûriyê kûrtir dibe, kurd li wî welatî destkeftên zêdetir li wî welatî bi dest tînin. Ford pêşbînî dike, kurd li Rojavayê Kurdistanê bibin xwedî statûyekê, ji ber ku pêngav bi pêngav Sûriye ber bi perçebûnê ve diçe.
Başûrê Kurdistanê
Derbarê Başûrê Kurdistanê jî, Robert Ford ragihand: “Kurdistan li gor destpêka sala 2000 gelek guhertiye û pêwîst e reformên zêdetir jî werin kirin.”
Lê belê Ford hişyariyê dide kurdan û dibêje: “Nabe rewşa Kurdistanê wek ya Sûriyeyê lê were kirin.”
Ford herwiha pesnê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û malbata wî dide û dibêje: “Wan gelek xebat kiriye, lê guhertin jî pêwîst e.”
Ford herwiha behsa serdanên xwe bo Herêma Kurdistanê kir û got: “Dema ku ez çûm Iraqê da ku li Balyozxaneya Amerîkayê kar bikim, bo cara yekem di sala 2004an de min serdana Herêma Kurdistanê kir. Di rastî de li wir tenê du partiyên siaysî hebûn ku ew jî partiya Serok Barzanî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û partiya Serokê Iraqê Celal Talebanî, Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) hebû, lê belê niha çar heta pênc partiyên mezin li Kurdistana Iraqê hene.”
Dîplomatê amerîkî derbarê kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de û herwiha gelo sîstema siyasî ya Herêma Kurdistanê dê çawan be, got: “Ew ne karê min e bêjim Kurdistana Iraqê gerek çawan were rêvebirin, lê belê ewa ku ji min re giring e ew e ku guhertin di rê de ye. Gelek giring e siyaset li Herêma Kurdistanê bi aştî û tenahî bimîne.”
Robert Ford wiha got: “Pirsgirêk li Sûriyê ew bû ku her dema ku xelk diçûne ser cadeyê, artêşê teqe li wan dikir. Ez gellek xembar dibim eger tişteke wisa li Kurdistana Iraqê bibînim.”
Robert Ford dîplomateke naskirî yê Amerîkayê ye ku di navbera salên 2008an heta 2010 de Cîgirê Balyozê Amerîkayê li Iraqê bûye. Herwiha ji sala 2006an ve heta 2008an Balyozê Amerîkayê li Elcezaîrê bûye û ji 2011 ve jî wek Balyozê Amerîka li Sûriyeyê hat diyarkirin.
Rudaw
