• Thursday, 19 February 2026
logo

Nakokiyên tund di navbera Amerîka û milîsên Şîe de

Gulan Media September 1, 2015 Nûçe
Nakokiyên tund di navbera Amerîka û milîsên Şîe de
Hat gotin, di navbera hêzên Amerîkayê û çekdarên milîsên Heşda Şeibî de nakokî derketine û ji ber operasyonên li Enbarê hatine sekinandin.


Li gor agahiyan, li bajarê Rumadî yê navenda îdariya parêzgeha Enbarê proseyên serbazî hatine rawestandin, ji ber ku nakokiyên tund di navbera hêzên amerîkî û milîsên Heşda Şeibî de derketine. Hat ragihandin, asta nankoiyan gihîştiye wê yekê ku çekdarên milîsên şîe bi çekên xwe yên giran teqe li balafirên Amerîkayê kirine.

Efser ji Hêzên Polîsê Federal, Xalid Fehdawî derbarê wê mijarê de ragihand, niha navçeyên rojhilatê bajarê Rumadiyê bi temamî ji milîsên Heşda Şeibî hatiye valakirin û hêzên Amerîkayê li wê deverê serpireştiya şerê li dijî terorîstên DAIŞê dikin.

Reftarên tundûtîj ên milîsên Heşda Şeibî li wê navçeyê bûne sedem ku Amerîka neçar bibe biryara dûrxistina wan ji rojhilatê bajarê Rumadiyê bide û wan ji proseyên serbazî yên li wê deverê derbixe.

Top