Komek dîlên kurd ji destên DAIŞê reviyan
Hefteya borî, çekdarên DAIŞê li ser malperên xwe yên civakê belav kiribûn ku, çend dîlên kurd ji zindaneke Mûsilê reviya ne. Malbatên ku zarokên wan di destê DAIŞê de ne, ji wê rojê ve li hêviya hatina zarokên xwe ne, lê heta niha ew li Mûsilê ne û venegeriya ne.
Berpirsekî pilebilind ê PDKê li nêzîkî bajarê Mûsilê, ji nava Hêzên Pêşmerge, nûçeya xwerizgarkirina wan girtiyan piştrast kir û ragihand ku, ew 25 kes bûne û li navçeya Xalîsiye (ku navçeya mesîhiyan bû) di zindaneke DAIŞê de bûn.
Berpirsê Şaxa 14 ya PDK li Mûsilê Îsmet Receb ku niha li ser çiyayê Zertik e li nêzîktirîn xala nêzîkî Mûsilê, behsa helwesta kurd û erebên nava Mûsilê kir û ji Rûdawê re ragihand: “Ligel belavbûna nûçeya xwerizgarkirina wan dîlan, bi dehan kes ji kurd û ereban xwe gihandin nêzîkî wê navçeyê, da ku wan li xwe bigirin û wan bigihînin cihên aram.”
Piştî xwerizgarkirina wan kesan ji zindana DAIŞê, çekdarên wê rêxistinê dest bi kampanyayeke gerîn û kontrolê kirin, ku çendîn xalê kontrolê li derdora wê navçeyê danîn.
Îsmet Receb wiha got: “Beşek ji wan kesan dîsa ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin girtin, lê cihê dilxweşiyê ye ku beşê din hêj neketiye destê wan de û ji aliyê kurd û erebên Mûsilê ve tên parastin. Em jî li ser xetê ne da ku rêya xelaskirina wan bibînin.”
Di destpêka êrişên DAIŞê li ser Hêzên Pêşmerge sala par, hejmarek Pêşmerge li navçeya Bendava Mûsilê, Zûmar, Tilkêf û Kerkûkê ketin destê DAIŞê.
Heta niha ti hejmarên fermî yên wan dîlan nehatine eşkerekirin, lê li gorî zanyariyên Rûdawê, niha 30 Pêşmerge wek dîl di destê DAIŞê de ne, ku piraniya wan xelkê Dihok û Kerkûkê ne. Herwiha hejmarek ji dîlan ji aliyê DAIŞê ve hatine şehîdkirin.
Pêşmergeyê bi navê Ehmed Husên ligel 7 pêşmergeyên din ji 17ê Tebaxa par de li nêzîkî Bendava Mûsilê ketiye destê DAIŞê de. Hevjîna wî, Pîroz ku xwedî 3 zarok nûçeya xwerizgarkirina wan dîlan bihîstiye û dibêje: “Hefteya borî merivekî me telefon kir û ji me re got, pêşmergeyln dîl ên li cem DAIŞê hatine berdan, ez bi wê nûçeyê pir dilxweş bûn û min nema zanîbûm çi bikim. Tevî ku rewşa me ya aborî nebaş e, lê min soz daye eger hevjînê min bi selametî vegere, ezê 5 ajelan bikim qurbanî.”
Rudaw
