Bijênosîdanaskirina tawna bi ser êzidiyan hatî
Di dîdarekê de her du aliyan behsa rewşa lêqewmiyên destê reşê terorê û bi taybetî lêqewmiyên êzidî ku di havîna sala borî de ketibûne ber pêla êrîşên hovtirîn û dirindetirîn rêxistina terorîstiya bi navê DAÎŞ kir û her du alî hevfikir bûn ku ew tawan li gor hemû pîvanan jênosîdaye.
Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re beha xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên ji bona bijênosîdanaskirina wan tawanan li ser asta navdewletî kir û got ku, ji bona bijênosîdanakirina wan tawanan hikûmeta herêma Kurdistanê komîteyeke taybet pêkanîye ku wezîrê karêbarên şehîd û enfalkiriyan serokatiya wê dike û ji çend pispor û şarezayan pêk tê, ev komîteye dixebite ew tawana derheq êzidyan hatîye kirin li ser asta navdewletî bijênosîda bê nas kirin.
Kesatiyê naskiriyê cîhanî Okampo hevsozî û hevxemiya xwe digel kurdên êzidî, gel û hikûmeta herêma Kurdistanê parve kir û got ku ew bi her awayî piştevaniya xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê dike daku ew dosyeye weke jênosîda bê naskirin. Wî got ku ev pirs pirseke însanîye û şareza û pisporên wan amadene alîkariya hikûmeya herêma Kurdistanê bikin.
Serokwezîrê Kurdistanê sipasiya hevsozî û hewlên kesatiyê naskiriyê cîhanî Okampo kir û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi her wawyî dixebite ew dosyeye serbikeve û di heman demê de timam xûşk û birayên êzidiyên hêşta di nav destê terorîstan de mane rizgar bike.
