• Thursday, 19 February 2026
logo

Merkel: Em pêşwazî li nêrînên Îranê bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê dikin

Gulan Media September 1, 2015 Nûçe
Merkel: Em pêşwazî li nêrînên Îranê bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê dikin
Şêwirmenda Almanya Angela Merkel ragihand, Almanya derbarê dawî anîna bi şerê Sûriyeyê de pêşwazî li nêrînên Îranê dike.

Şêwirmenda Almanya Angela Merkl duh 31ê Tebaxê di konfranseke rojnmaevanî de li Berlîn a paytexta wî welatî ragihand, Di dema rêkevtina navbera Îran û Amerîkayê de ya derbarê bernameya etomî ya Îranê de, nêrînên Ewropayê li hember wî welatî guhertiye û welatên Ewropayê cezayên aborî yên li ser Tehranê sivik kirine.

Welatên rojavayî, pêştir Îran bi piştevaneke bihzê ê hikûmeta Sûriyeyê û mana Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di desthilatê de tohmetbar dikirin.

Merkel di bersiva pirsyarekê de got: Her welatek amade be bo dawî anîna bi kirîza Sûriyeyê, em pêşwaziyê lê dikin.

Derbarê Îranê de jî Merkel ragihand, ku wî welatî bandoreke bihêz li ser bûyeran û kirîza Sûriyeyê heye, ji ber jî beşdarîkirina Tehranê di çareserkirina kirîzê de bi giring da zanîn.
Top