Yekîneya jinên Suryanî (YPJS) hate ragihandin
Li kantona Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê meclîsa leşkerî ya Suryanî avakirina Yekîneyên Parstina Jinên Suryanî bi navê “Jinên Bêtnehrên” ragîhand.
Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan yekem dewreya leşkerî ya jinên suryanî li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cezîrê bi merasîmekê bi dawî kir û yekem tabûra jinan a suryaniyan “Jinên Bêtnehrên” ragîhand.
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku jinên Rojava hemû qeyd û bendên li ser jinan ku bi hezarên salan ji aliyê sîstemên desthiladar ve hatine kirin, şikandin.
Her weha di merasîmê de berpirsên kantonê û hejmarek ji endamên encûmena leşkerî ya Suryaniyan û hejmarek şervanên YPJ`ê jî amade bûn.
Jêder: ANHA
