• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hizba Da’wa gefan li Herêma Kurdistanê dixwe

Gulan Media August 31, 2015 Nûçe
Hizba Da’wa gefan li Herêma Kurdistanê dixwe


Serokê Freaksiyona Hizba De’wa li Parlamena Iraqê Xelef Abdulsamed Xelef, jiber firotina petrolê bo Îsraîlê gelf li Herêma Kurdistanê xwar û got ku ew dê vê mijarê bibin dadgehê.

Xelef bi daxuyaniyek nivîskî got: ”Doh freaksiyona me biryar da ku jiber firotina petrolê bo Îsraîlê giliyek yasayî li Dadgeha Fedral û daxwaznemayekê giştî pêşkeş bike.”

Xelef Abdusamed Xelef got: ”Belge û dokûmentên temam li ser vê karê Herêma Kurdistanê li ber destê me ye. Em van belgeyan dikin daxwaznameyek giştî yê gilî û dozê. Jiber vê jî me parlamenterek destnîşan kiriye.”

Serokê Freaksiyona De’wa dxuyand ku Herêma Kurdistanê beşa pareya Bexdayê ya petrola firohtî ne daye. Xelef dibêje desthiladarên Kurdistanê ev pare nedane xelkê jî, ji bo malbatên xwe wergirtine.”

Xelef firotina petrolê bo Îsraîlê jî weke binpêkirina daxwazên gelê Iraqê pênase dike û dibêj: ”Em mat mane ku çawa hikûmeta navendî û wezareta petrolê li dijî vê yekê bêdenge.”

Basnews
Top