• Wednesday, 18 February 2026
logo

Girtina xortan li Rojavayê berdewam dike

Gulan Media August 31, 2015 Nûçe
Girtina xortan li Rojavayê berdewam dike
Asayişa PYDê li bajarê Qamişlo dest bi hemleyeke nû ya girtina ciwanan ji bo birina “leşkeriya neçarî” kiriye.

Çavkaniyeke taybet ji bajarê Qamişlo ji Rûdawê re da zanîn ku duh, asayişa PYDê bi dehan ciwanên kurd û ereb li navenda bajarê Qamişlo girtin û ew ji bo leşkeriya neçarî birin.

Çavkaniyê diyar kir ku ciwan destpêkê li navenda asayişê li hîmo, 2 kîlometroyan li rojavayê Qamişlo, tên komkirin û paşê ji bo kampa perwerdeyê ya Til Beyder a li Til Temira li ser rêya Dirbêsiyê têne veguhestin.

Çavkaniyê da zanîn ku Asayişa PYDê li Hîmo tevahiya ciwanên ereb yên Mexmûrî (erebên ji aliyê rejîma Sûriyeyê li Rojavayê Kurdistanê hatîn bicihkirin), li gorî biryareke nehînî ya Rêveberiya Xweser, ji leşkeriya bi zorê efû dike.

Ji aliyê din ve, çavkaniyekê ji bajarê Hesekê ji Rûdawê re eşkere kir ku rêbendên Asayişa PYDê li Hesekê bêhtirî deh ciwanan duh ji bo leşkeriya neçarî girtin.

Rudaw
Top