• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pereyên Iraqê bi zimanê kurdî derdikevin

Gulan Media August 30, 2015 Nûçe
Pereyên Iraqê bi zimanê kurdî derdikevin
2 kaxezên nû ji pereyên Iraqê derdikevin ku bi zimanê kurdî û erebî dibin.

Parlamanterê Iraqê Mesûd Heyder ji Rûdawê re ragihand: “Di civîna me ya dawî de, Banka Navendî ya Iraqê ji me re got ku, 2 kaxezên nû ji pereyên Iraqê dê têkevin bazarê, ew jî 50 û 100 hezar dînar in.”

Mesûd Heyder wiha got: “Eger rewşa aborî baş be, heta dawiya vê salê ew piroje bicih were.”

Heyder wiha domand: “Banka navdewletî em agahdar kirin ku, zimanê kurdî li gorî Destûra Iraqê zimanê duyem e li Iraqê û divê li tenişta zimanê erebî yê kurdî jî hebe û razîbûn li ser wê yekê hatiye diyarkirin.”

Rudaw
Top