• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wezîrê Petrola Îraqê tê Kurdistanê

Gulan Media August 30, 2015 Nûçe
Wezîrê Petrola Îraqê tê Kurdistanê

Baxdadê butçeya Herêma Kurdistanê biriyê û têçaverêkirin ku wezîrê Petrola Îraqê were Hewlêr bo li gel Serokwezîr Neçîrvan Barzanî bicive.

Li gor zanyariyên bi destê BasNews’ê ketiye Bexdad xwe amade dike ku di butçeya sala 2016’an de beşa Kurdistanê bibire û rêkevtina vê dawiyê hatiye kirin hilweşine û rekevtine nû were amadekirin.

Li ser vê nerêrînê Parlamenterê Îraqê Adil Nurî ji BasNews’ê re ragehand “ Ji ber daketina nirxê petrolê û qeyarana abûrî, dibeku Bexdad niyeta Kurdan biceribîne ku ka bê gelo çi dixwazin. Ev fikir nebûye biryar. Wek fikrek sê meh berî niha li ser diaxifîn ku petrola xwe bifroşin û çi tişte kî ji Bexdadê nexwazin. Ji xwe Bexdad ti carî pabêndê rêkevtina nebûye.”

Nurî dazanîn ku “ Li gor li kulîsan tê axiftin wê Wezîrê Petrola Îraqê Abdul Mehdî herê Hewlêr û li gel Serokwezîr Neçîrvan Barzanî bicive. Mebeste ji vê serdanê eve ku bizane gelo niyeta Kurdan çiye çiye? Gelo rêkevtin were hilweşand yan rêvtineke nû bê wajo kirin”

Li gor wan zanyariyên bi dest BasNews’ê ketiye wê Serokwezîr Neçîrvan Barzanî dilgiraniya Hewlêrê li himber helwêsta Bexdadê nîşanbide û wa tê zanîn ku wê daxwaz bike ku rêkevtina heyî were hilweşandin. Ji ber ku Bexdadê heta niha pêwîstiyên vê rêkevtinê ne aniye cîh.

Biryar bu ku bi Serokatiya Neçîrvan Barzanî şanda Herêmê seredana Baxdadê bike lê ji ber helwêsta Bexdadê ev seredan heta niha nehatiye kirin.

Basnews
Top