Demîrtaş: Mafê me heye em li ser dewleteke federal biaxivin
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş li Ewropa ragihand ku, mafê wan heye ku li ser dewleteke federal biaxivin.
Ev çend roj in Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş li Ewropayê ye. Piştî serdana Swêdê, Demirtaş roja çarşemê li Viyenayê hevdîtinek ligel serokomarê Nemsayê pêk anî. Piştî Nemsayê, Demîrtaş wê berê xwe bide Brukselê.
Demirtaş ê ku ligel rojnameya nemsayî “Die Presse“ axivî, li ser pirsa “Partiya we dixwaze sîstema federal ya Nemsayê ji xwe re weke mînak bigire û li Tirkiyê, ku navendî tê rêvebirin, cîbicî bike. Ev ji bo wan herêmên ku pirraniya niştecihên wê Kurd in tê çi wateyê?“, wiha bersiv da:
“Eger li eyaletên Tirkiyê – weke li herêmên Nemsayê - rêveberî di destê nûnerên hilbijartî de be, welat wê bikaribe bêhnekê bistîne. Vê gavê walî di ser nûnerên hilbijartî re ne, ev li dijî şertên demokrasiyê ne. Ji çaksaziyekê helbet kurd jî wê sûdmend bin lê ne tenê ew. Em difikirin: Eger Erdogan bikaribe sîstemeke serokatiyê cîbicî bike, wê demê mafê me jî heye ku em li ser sîstemên dewleteke federal guftûgo bikin.“
