• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kaplan:Hilbijartinên Pêşwext navbera Aştîxwaz û Şerxwazan e

Gulan Media August 28, 2015 Nûçe
Kaplan:Hilbijartinên Pêşwext navbera Aştîxwaz û Şerxwazan e


Piştî ku bizavên pêkanina hikûmetake hevpeymanî serkeftî nebûn Serokê Komarê Turkiye Receb Tayîp Erdogan biryara pêkanina hilbijartînên 1ê Mijdar`ê da.

Perlemantarê berê yê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Hasîp Kaplan di wê derbarê de di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka ragihand ku, her piştî Hilbijartinên 7ê Hazîran`ê serokomarê Turkîyê biryara hilbijatînên pêşwext hebû û danûstandînên pêkanina hikûmetê bi merema derbaskirina dem bû.

Kaplan got: Di hilbijartinan de Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) wê serkeftinake mezin bi dest bixe jiber ku ew hilbijartin di navbera aştîxwazan û şerxwazan de ye.

Xendan
Top