• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mahmud: Pêşniyara PDK’ê dure ji projeya Goranê

Gulan Media August 28, 2015 Nûçe
Mahmud: Pêşniyara PDK’ê dure ji projeya Goranê

Şêwaza hilbijartina Serok û diyar kirina pergala rêveberiyê pirsa nakoke di navbera PDK’ê û Goranê de.

Li ser hevdîtinên di navbera Partiyande tê kirin, Cîgirê Serokê Komisyona Yasa li Parlamentoya Kurdistanê Behar Mahmud ragehand “ Ti rêkevtinek li ser pirsa Serokatiyê nehatine kirin. Ji ber ku li ser xalê bingehîn nakokiyên wan heye. Şandeka PDK’ê seredana partiyan kir.”

Aliyên siyasî yê Başûrê Kurdistanê cara pêncem civîn li darxistin lê di vê civînêde jî li hevnekirin. Li ser vê pirsê Behar Mahmud bo ragehandina Tevgera Goran eşkere kir ku “ Şêwaza hilbijartina Serok û pergala rêveberiyê pirsê nakokin di navpera me û PDK’ê de. Ji ber ku pêşniyarên PDK’ê dure ji projeyên me û her çar alî tekeziyê li ser projeyan dike. Taybeti jî bicîh kirina pergala Parlemanî û hilbijartina Serok ji aliyê Parlamentoyê ve. Her bo çawaniya hilbijartina Serok şandake PDK’ê bi serokatiya Mesrur Barzanî serdana aliyê siyasî kir.

Basnews
Top