• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Cizîrê pevçûn: 3 kuştî

Gulan Media August 28, 2015 Nûçe
Li Cizîrê pevçûn: 3 kuştî
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di encama pevçûnan de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 4 leşkerên Tirkiyeyê hatin birîndarkirin.

Li gorî agahiyan li navçeya Cizîrê gerîlayên PKK bi çekan êrişî Fermangeha Leşkergeha Cizîrê kirin û pişt re li navçeyê alozî derket. Di encama vê êrişê de 4 leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn û hat gotin birîna 2 ji wan girane.

Hêzên ewlekariya Tirkiyeyê bersiva êrişa bi roket û bi çekên lûledirêj hatikirin dan û pevçûn derket.

Di encama pevçunê de karmandê DEDAŞê Mesut Sanrî, karmendê Nexweşaneya Dewletê ya Cizîrê Eyup Ergun û zarokekî 7 salî yê bi navê Baran Ç. jiyana xwe ji dest dan.

Hat gotin hêzên ewlehiya Tirkiyeyê li herêmê dest bi oprasayone kirine û herwiha pevçûn hêj didomîn.

Rudaw
Top