• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kaya: HDP nexwest bi AK Partiyê re hikûmetê pêk bîne

Gulan Media August 28, 2015 Nûçe
Kaya: HDP nexwest bi AK Partiyê re hikûmetê pêk bîne
Parlamanterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Burhan Kaya ragihand ku, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amade nebû hikûmeta Tirkiyê bi wan re pêk bîne.

Burhan Kaya tevlî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdawê bû û tê de ragihand: “Fikra dûbarekirina hilbijartinê li Tirkiyê ne pilana AK Partiyê bû û me nedixwest hilbijartin ew hilbijartin dîsa birêve biçin.”

Kaya wiha got: “Lê li gorî qanûna welat, eger di nava 45 rojan de hikûmet pêk nehat, divê hilbijartin werin dûbarekirin.”

Wî parlamenterê derbarê hewlên HDP bo pêkanîna hikûmetê ligel AK Partî, ragihand: “HDPê amade nebû hikûmeta Tirkiyê bi me re pêk bîne.

Burhan Kaya derbarê destpêkirina şerê di navbera gerîlayên PKK û Artêşa Tirkiyê de jî wiha got: “PKKê gellek ziyan gihandiye welatiyan û bazaran. Dema hilbijartinan jî PKK gellek zexit xistibû ser dengderan.”

Kaya wiha domand: “Ez wek parlamanterekî kurd naxwazim welatî û polîs bên kuştin.”

Herwiha wî parlamanterê AK Pariyê amaje bi wê yekê kirk u partiya wî xizmeteke mezin gihandiye pirsa kurd, ku li Tirkiyê ti demê ev doz wisa pêşde neçûye.

Rudaw
Top