• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pentagon: Bi van nêzîkan Tirkiye şerê DAIŞê dest pê dike

Gulan Media August 27, 2015 Nûçe
Pentagon: Bi van nêzîkan Tirkiye şerê DAIŞê dest pê dike
Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê Peter Cook ragihand, Washington û Enqere dawî bi guftûgoyên derbarê hûrkariyên teknîkî de anîne û Tirkiye dê bi temamî ligel hevpeymanan şerê DAIŞê bike.


Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî DAIŞê ku bi serokatiya Amerîkayê û piştî êrişên berfirehên wê rêxistinê bo ser Başûrê Kurdistanê pêk hatiye, li dijî çekdarên DAIŞê operasyonên emanî pêk tîne.

Berdevkê Pentagonê Peter Cook ragihand, Enqere dê bi balafirên şer beşdarî di şerê li dijî DAIŞê de bike.

Cook herwiha got: "Ew karên teknîkî bo destpêkirina wan êrişan, pêwîstî bi çend rojan dem heye. Em di vê baweriyê de ne Tirkiye bo beşdarîkirin di vê hevpeymaniya navdewletî de dê bi temamî pabned be."

Cook ew yek jî aşkere kir, ku derbarê pirsên ser sînor, Amerîka hêşta bi Tirkiyeyê re gotûbêjan dike û ew prose hêk berdewam e.

Top