Fûad Husên: aliyên siyasî li ser 13 xalan lihev kir
Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê dibêje aliyên siyasî li ser 13 xalan lihev kirine.
Piştî civîna duh ya her pênc aliyên siyasî yên beşdar di hikûmetê de, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Dr. Fûad Husên ragehand ku civîna îro ya di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de civîneke gelek baş bû û aliyên siyasî li ser 13 xalên serkî lihev kirin.
Husên herwiha eşkere kir ku aliyên siyasî li ser hebûna desthilata Serokê Kurdistanê bo pesend kirin anjî red kirina proje qanûnan û herwiha desthilatê wexandina parlementoyê bo lidar xistina yekem civîna xwe ya piştî hilbijartinê û herwiha desthilatê ragehandina rewşa awaret û derkirina fermanên herêmî bo wergirtina bawerî ji Serokwezîr û wezîran heye.
Husên di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku vê roja yekşem civîneke din bi beşdariya wan aliyên siyasî ku xwedan nunerên di nava parlementoyê de were lidarxistin û vê ev civîna han civîna stendina biryaran be.
Derbarê çawetiya hilbijartina Serokê Kurdistanê de Fûad Husên eşkere kir ku heta niha li ser vê mijaran han giftûgo nehatiye kirin vê di civîna roja yekşemê de li ser vê mijarê giftûgo were kirin.
