Serok Barzanî destxweşiyê li Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir
Her li vê peywendiya telefoniyê da rêzdar Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Serpereştyarê Mîhwerên Kerkûk û Wezîrê Pêşmerge û Fermandeyê Yekê Heftih bi helkefta vê serkeftina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pîrozbahiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir.
Li beranber da Serok Barzanî destxweşiyê li Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Serpereştyarê Mîhwerên Kerkûk û Wezîrê Pêşmerge û Fermandeyê Yekê Heftin û wan hemû Pêşmerge û Fermande û Hêzên asayîşê kir ku beşdarî wê operasyone bûne û spasiya qehremaniya wan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest. Her wiha serxweşiyê jî li kesukarê şehîdan kir û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest.
