PYD: Em li dijî Herêma Dijefirînê ya Tirkiyeyê ne
Salih Muslim ragihand, Tirkiye dixwaze Herêmeke Dijefirînê ava bike û dijatiya xwe bo wê plana Enqerê aşkere kir û got: "Lê ev ji aliyê tu kesekî ve nayê pesend kirin û hêzên herêmî tu zanyariyên wan derberê vê projeyê nîne."
Salih Muslim got: "Ne Kurd , ne Ereb û ne Turkmanên herêmê jî dê vê yekê pesend nekin."
Muslim herwiha got: "Avakirina Herêmeke Dijefirîn ji aliyê Tirkiy ve dijmantî ye."
Derbarê peywendiyên di navbera PYDê û Tirkiyeyê de jî Hevserokê PYDê da xuyakirin, di dema niha de peywendiyên wan ligel Tirkiyeyê rawestiyaye, lê tevî wê yekê Tirkiye welatekî hevsê ye lewra ew dixwazin peywendiyên xwe ligel wî welatî baş bikin.
Muslim jiber kuTirkiye hevkariya partiya wî di şerê li dijî DAIŞê de nake rexne li wî welatî girt û hêvî kir ku, rojek bê û Tirkiye fêm bike ku DAIŞ metirsîdare û divê ew rêxistin bê jinavbirin.
