• Wednesday, 18 February 2026
logo

Feysel Yûsiv: Rojavayê Kurdistanê vala dibe

Gulan Media August 26, 2015 Nûçe
Feysel Yûsiv: Rojavayê Kurdistanê vala dibe
Serdar Lolan

Encûmena Niştimaniya Kurd (ENKS) ya ku piştî krîza siyasî li Sûriye’yê di sala 2012’da n de ji aliyê 11 partiyên siyasî yên kurd ve hat avakirin li ser karê xwe berdewam e. ENKS hem li Rojava û hem jî li gelek welatên Ewropa nûnertiyên xwe vekirine û ji bo çarenûsa xelkê Rojava polîtîkayan saz dike. Siyasetmedar û serokê berê yê ENKS’ê Feysel Yûsiv ji BasNûçe’yê re axivî û li ser polîtîkayên ENKS’ê rawestiya. Yûsiv eşkere kir ku ENKS ji bo berevaniya mafê xelkê kurd ê li Rojava hatiye damezirandin û ewê di karê xwe de berdewam be. Her wiha Feysel Yûsiv li ser polîtîkayên PYD’ê û valabûna Rojavayê Kurdistanê jî rawestiya û eşkere kir ku PYD ne hevkarê kurdan e hevkarê Esed e.

Peymanên Hewlêr û Dohokê karîger nebûn

Di berdewamiya axaftina xwe de Feysel Yûsiv amaje bi wê yekê jî kir ku krîza Sûriye’yê rêyeke dîrokî li ber kurdên Rojava vekiriye ku bigihêjin mafên xwe û çarenûsa xwe diyar bikin lê belê partiyên siyasî xelk ji hev veqetandine û her partiyeke siyasî berê xelkê kurd daye cihekî û rewş aloztir kirine. Her wiha Yûsiv li ser danûstendin û rêkeftinên di navbera ENKS û TEV-DEM’ê de jî rawestiya û daxuyand ku TEV-DEM tu carî ji şirîkatiyê re amade nebûye û TEV-DEM û PYD’ê rê li ber yekgirtinê girtine. Yûsiv li ser danûstendinên di navbera TEVDEM û ENKS’ê de jî rawestiya û wiha got: “Me gelek caran hewla wê yekê da ku em bibin yek û em bi hev re Rojavayê Kurdistanê bi hev re birêve bibin. Di Peymanên Hewlêrê de î û di ya Duhokê de jî li ser sê xalan me li hevkir. Lê belê biraderên me li biryarên peymanê xwedî derneketin û ji bilî xwe tu kes li Rojava qebûl nekirin.”

‘Mesûd Barzanî li Rojava xwedî derket’

Her wiha Feysel Yûsiv ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gelek hewl daye ku alikariya partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê bike û hemahengiyê di navbera wan de saz bike lê belê hewldanên ku diqewimin biryarên wî vala derxistin. Yûsiv amaje bi wê yekê jî kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tu cûdahî nexistiye navbera xelkê Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê û her tim ji bo çarenûsa xelkê Rojava di nava hewldanê de ye û di encama dîplomasiya wî ya xurt de koalîsyona navdewletî alîkariya hêzên kurd ê li Rojava dikin û her wiha Pêşmerge jî derbasî Kobanê bûn û li hember DAIŞ’ê serkeftinên mezin tomar kirin. Her wiha Feysel Yûsiv li ser peymanên Hewlêr-Duhokê yên bi serperiştiya Barzanî di navbera ENKS’ê û TEV-DEM’ê de duristbûn jî rawestiya û wiha got; “Civînên li Hewlêrê û Duhokê bi serperiştiya Barzanî pêk hatin. Baweriya wî bi tiffaqê heye. Her tim digot ‘Eger hûn tiffaqa xwe durist nekin hûnê nikaribin siyaseteke xurt îradeyeke xurt nîşan bidin.’ Hemû hewldanên wî neahtin fêmkirin û biraderên me yên TEV-DEM’ê ji ser maseya li hevkirine radibûn.”

‘Pêşmergeyên Rojava amade ne’

Feysel Yûsiv li ser perwerdehiya Pêşmergeyên Rojava û şerê wan ê li hember DAIŞ’ê û egera derbasbûna wan a ji bo Rojava jî rawestiya û ragihand ku Pêşmergeyên Rojava ji hêla Pêşmergeyên Zerevanî yên Başûrê Kurdistanê ve hatine perwerdekirin û hejmara wan zêdetirî 7 hezara ye. Her wiha Feysel Yûsiv da zanîn ku Pêşmergeyên Rojava li Başûrê Kurdistanê di sengerên şer de nin û li hember DAIŞ’ê şer dikin. Feysel Yûsiv li ser egera derbasûna wan a ji bo Rojava jî rawestiya û wiha got; “Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina xelkê Rojava amede ne. Niha jî ew li sengerên şer in û şerê DAIŞ’ê dikin. Ji bo derbasbûna wan gelek danûstendin pêk hatin. Lê belê birayên PYD’ê ji bo derbasbûna wan razî nîn in. Serokê Herêma Kurdistanê jî eşkere dike ku nabe beyî hemahengiyê Pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.”

Çalakî û dîplomasiya li Ewropa

Li hêla din ENKS’ê li Ewropa û li gelek deverên din ên cihanê çalakî li dar xistin û bi nûnerên gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî re jî danûstendin pêk anîbûn. Her wiha amaje bi wê yekê jî tê kirin ku civînên Cenevre’yê yên ji bo çaresekirina krîza Sûriye’yê jî ewê dîsa dest pê bikin. Feysel Yûsiv li ser dîplomasiya wan a li Ewropa û destpêkirina civînên ENKS’ê rawestiya û da zanîn ku ENKS di nava Encûmena Muhalifên Sûriye’yê de jî cih digre û ew eşkere dike û heta ku rejima Esed hebe ewê krîza Sûriye’yê berdewam bike û çareseriya krîzê bi têkçûna rejima Esed re mumkûne. Feysel Yûsiv li ser dîplomasiya wan a Ewropa û xwepêşandan û tezahûratên wan ên li Ewropa jî rawestiya û ragihand ku mebesta wan ew e ku kiryarên Esed û PYD’ê ji raya giştî ya cihanê re û raya giştî ya kurd re eşkere bikin wan dest bi çalakiyên xwepêşandanan kirine.

‘PYD ne bi kurdan re bi Esed re hemaheng e’

Li hêla din êrîşên asayîşê yên li ser ENKS’ê jî berdewam dikin. Heta niha gelek endamên ENKS’ê ji hêla asayişê ve hatine binçavkirin û girtin. Her wiha gelek caran jî avahiyên ENKS’ê tên gulebarankirin û gef li endamên ENKS’ê tên xwarin. Feysel Yûsiv li ser fişara asayîşê û PYD’ê ya li ser ENKS’ê jî rawestiya û amaje bi wê yekê kir ku PYD’ê ji bilî xwe tu partiyên siyasî yên kurd qebûl nake û destûrê nade ku ew polîtîkayan birêve bibin. Feysel Yûsiv ragihand ku PYD’ê bi asûrî û erebên li herêmê re rêkeftin saz kiriye û dema ku mesele tê ser rêkeftin û yekgirtina kurdan ji wê direve û ji xwe re tu şirîkan qebûl nake û siyaseteke ne dûrist bi rêve dibe. Feysel Yûsiv hemaheniya PYD’ya bi rejima Esed û komên çekdar jî bi tûndî rexne kir û da zanîn ku PYD hevkariyê bi komên tarî re dike û siberoja xelkê Rojavayê Kurdistanê dixe bin metirsiyê.

‘Rojavayê Kurdistanê vala dibe’

Her wiha ji ber krîza 2011’an a li Sûriye’yê û êrîşên ser komên çekdar ên ku li ser Rojava bu hokara wê yekê ku bi hezara xelkê Rojava cih û warên xwe bihêlin û terkîwelat bibin. Ji destpêka krîzê heta niha bi hezaran kes ji xelkê Rojava li Başûr û Bakurê Kurdistanê di kampên penaberan de dimînin. Hin xelk jî ji bo jiyaneke nû berê xwe didin Ewrûpayê bi rêyên ne legal derbasî Ewropa dibin û di wan rêyan de perîşan dibin. Feysel Yûsiv li ser valabûna Rojava û koçberiya xelkê Rojava jî rawestiya û eşkere kir ku xelk ji ber polîtîkayên PYD’ê ji Rojava derdikeve. Her wiha Feysel Yûsiv da zanîn ku PYD “leşkeriya neçarî” û bacê li ser xelkê Rojava ferz dike û xelkê di qampan de venagere û yên li Rojava ne jî ji Rojava derdikevin û li ser wan rêyan perîşan dibin.

Basnews
Top