Erdogan erkê hikûmeta demkî da Davutoglu
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê hikûmeta veguhêzer a Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re civiya. Piştî civîna bi Ehmed Davutoglu re, Erdogan biryar da ku hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Tirkiyeyê carek din û di destpêka meha 11an de were kirin.
Erdogan li gor benda 114`em a Makezagonê ji bo ku encûmena wezîran a hikûmeta hilbijartinê ava bike, Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê û Parlementerê Konyayê Ahmet Davutoglu wek Serokwezîr diyar kir.
Piştî hilbijartinê ji ber ku Encûmena Wezîran a Tirkiyeyê îstifa kir, Serokomarê Tirkiyê Erdogan xwest ku heta hikûmeta nû ava bibe, hikûmet wezîfeya xwe bidomîne.
Herwiha dîsan jî li gor benda 114em ya makezagonê Encûmena Wezîran ji wezîfeyê vekişiya û Ahmet Davutoglu erkê pêkanîna hikûmeta nû ji Erdogan re vegerand û nekarî kabîneya nû pêk bîne, lê Erdogan xwest, heta ku Encûmena Wezîran a berwext ava bibe, ew encûmen li ser karê xwe berdewam be.
