• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kerkûk – Pêşmerge herî kêm 12 gundên di destê DAIŞê de dorpêç kirine

Gulan Media August 26, 2015 Nûçe
Kerkûk – Pêşmerge herî kêm 12 gundên di destê DAIŞê de dorpêç kirine
Hêzên Pêşmerge ji bo derxistina hinek gund û deverên Başûrê Kurdistanê ji destê DAIŞê, dest bi operasyoneke berfireh kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Hîwa Hisamedîn ragihand, hêzên Pêşmerge îro danê sibê ji bo standina hinek gundên bajarokên Daqûq (Kerkûk) û Xurmatû (Selahedîn) yên Başûrê Kurdistanê ji çekdarên DAIŞê, dest bi operasyoneke berfireh kirin…

Hîwa Hisamedîn her wiha got, di wê operasyonê de balafirên şer ên hêzên hevpeyman jî beşdar bûne û li çeperên DAIŞê didin.

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku hêzên Pêşmerge zêdetirî 12 gundên di bin destê DAIŞê de dorpêç kirine û xwe amade dikin derbasî nav wan gundan bibin…

Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, heta niha pevçûna rasterast di navbera Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de dernektiye.

Bajarokê Xurmatû girêdayî parêzgeha Selahedînê ya Iraqê û bajarokê Daqûqê jî girêdayî Kerkûkê ye.

Rudaw
Top