Hollande: Divê Tirkiye bi Kurdan re rûne, bi DAIŞ’ê re şer bike
Serokomarê Fransa François Hollande ragehand ku divê Tirkiye li Suriyê li dijî DAIŞ’ê têbikoşe û herwiha giftûgoya ligel Kurdan jî ji nûve destpê bike.
Serokomarê Fransa François Hollande, li Parîsa paytext di civîna dîplomatkaran de axivî û bang li Tirkiyê kir ku di tekoşîna li dijî DAIŞ’ê de li Suriyê çalaktir bibe.
Hollande di axaftina xwe de behsa geşedanên li Rojhilata Navîn û cîhanê kir û çend peyamek arasteyê Tirkiyê kir. Serokomarê Fransa daxuyand ku welatên ku di herêmê de giringin dikarin bibin perçeyek çareseriyê bo têkbirina rêxistina DAIŞ’ê û got: ”Divê Tirkiye li Suriyê di tekoşîna li dijî DAIŞ’ê de cîh bigre. Giftûgoyên xwe yên ligel Kurdan jî ji nûve destpê bike.”
François Hollande di axavtina xwe de destnîşan kir ku cihê Serokê Suriyê Beşar Esed di dahatuya Suriyê de nîne.
basnews
