Serok Barzanî persenameyek pêşkêşî malbeta Ciwanroyî kir
Serok Barzanî persenameyek pêşkêşî malbeta Feredûn Ciwanroyî kir.
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi minasebeta wefat kirina Feredûn Ciwanroyî persenameyek pêşkêş kir ku ew jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Mixabin îro gelê me Fermandarekî jêhatî, pêşmergeyekî qehreman ji dest da ku bo min jî weke heval û birayekî gelek hêja û birûmet bû.
Şehadeta kak Feredûn Ciwanroyî ku endamê mekteb siyasiya PDKê û herwiha pêşmergeyekî dêrîn û Fermandarê mihwera Xazir ya hêzên pêşmerge bû, me gelek dilgiran û xemgîn kir, mixabin dema vedigeriya ser erkê xwe li eniyê şer bo parastina Kurdistanê di encama bûyereke dilsoş ya hatûçûyê de canê xwe ji dest da û çû rêzê karwana şehîdên serbilind yên Kurdistanê.
Ev têkoşerê qehreman tevahiya temenê xwe bo xizmeta gel û welatê xwe dabîn kiribû û di sala 1967an de hatiye nava refên Şoreşê û cêyê destê vî di nava her du Şoreşên Eylûl û Gulanê de diyare û sala derbasbûyî jî weke Fermandar û pêşmergeyekî jêhatî roleke gelek girîng di serkeftinên hêzên pêşmerge de lîstiye û heta dawî li hember terorîstan bi dilsozî şer kir lewre ji dest dana vî wendahiyeke mezine. Kak Feredûn bi serbilindî jiya û bi serbilindî jî wefat kir û hertim navê vî jî weke qehremanekî gelê me bi zindî dimîne.
Bi vê minasebeta han ya xemgîn perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî hêzên pêşmerge, Serkirdatiya PDKê, endam û alîgirên PDKê û tevahiya gelê Kurdistanê dikim û perse û hevxemiya xwe jî bo malbeta têkoşer kak Feredûn û tevahiya xizim û kesûkarên vî û hevalên rehmetî diyar dikim û daxwaz ji xwedê mezin dikim sebir û sebûrî bide tevahiya aliyan.
Serok Barzanî
