DAIŞê 30 sivîl ji Kobanî revandin
Li gorî jêderên Rûdawê li Kobanî, rêxistina DAIŞê di operasyoneke taybetî de, duh li derdora 30 sivîlan ji gundê Gulanê, yê ku nêzîkî 70 km li başûrê rojhilatê Kobanî dikeve, revadibû û çarenivîsa wan ne diyare.
Di dema êrişa rêxistina DAIŞê de li ser bajarê Kobanî di 15ê Îlona sala borî de, xelkê Gundê Gulanê jî ji wan gundên ku xelkê wan nikarîbûn xwe ji DAIŞê xelas bikin û bi dirêjahiya derdora 9 mehan di bin kontrola DAIŞê de mabûn.
Gundê Gulanê, li ser sînorê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û DAIŞê de ye.
Rudaw
