Birîtanya: Pêdivî ye Îran di şerê dijî terorê de hevkar be
Wezîrê Derve yê Berîtanyayê Philip Hammond ku serdana Îranê kiriye, di presskonferanseke hevbeş a rojnamevaniyê ya li gel Wezîrê Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf de ragihand, ku lazime Îran di şerê dijî terorê de hevkariya civaka navdewletî bike.
Hammond derbarê nakokiyên navbera Îran û civaka cîhanî de jî diyar kir ku ev nakokiyên han tenê bi diyalog û danûstandinê têne çareserkirin.
Hammond di beşeke din a axaftinên xwe de anî ziman ku piştî vekirina Balyozxaneyan dê peywendiyên navbera Tehran û Londonê hîn bihêztir bibin.
