• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wezîrê Îranê bi cilên leşkerî derkete Çiyayê Qendîlê

Gulan Media August 25, 2015 Nûçe
Wezîrê Îranê bi cilên leşkerî derkete Çiyayê Qendîlê
Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Abdulriza Rehmanê Fazilî ku eve çend roj bûn serdana bajarên Urmiye û Sine ya Rojhilatê Kurdistanê kiribû, ligel leşkerên Îranê derkete Çiyayê Qendîlê û wêne girt.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Rehmanê Fazilî eve nêzîkê hefteyekê ye, di çarçoveya bernameyek taybet de hatibû Rojhilatê Kurdistanê. Rehmanê Fazilî li ser sînor lêkolîn encam dan.

Wezîrê Îranê li ser navnîşana xwe ya İndtagramê wêneyên xwe yên bi cilê leşkerî yê li ser lûtkeya Çiyayê Qendîlê parve kir û got ku ev wêne 3 hezar metir bilindahiyê hatine girtin.

Di wêneyên Fazilî de diyar dibe ku Parêzgarê Wilayeta Rojavayê Azerbeycanê jî ligel de ye. Di wêneyek din de jî kesên bi cilên Kurdî, li gel de ne. Wezîrê Îranî li aliyê Başûr dinere û di wêneykê de jî nexşa leşkerî li pêşe û lê dinere.

Çiyayê Qendîlê dikeve ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. Ev çiya demek dirêje di bin kontrola PKKê ye.

Basnews
Top