Dadgeha Tirkiyê ji nûve derbarê 49 rêvebirên PKKyê de biryara girtinê derxist
Dadgeha Bilind a Enqerê derbarê 49 rêvebirên PKK’ê de bi tometa ku “Hewl didin yekîtiya welat perçe bikin” biryara girtinê da. Di nava lîsteya van rêveberan de navê Murat Karayilan, Cemil Bayik, Duran Kalkan û Sabrî Ok jî heye.
Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, Dadgeha Bilind a Enqerê ji nûve derbarê 49 rêvebirên sereke yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de bi tometa ku ”Hewl didin yekîtî û tevahîya welat perçe bikin” biryara girtinê hate dayîn. Di nav vê lîsteyê de navê Murat Karayilan, Cemil Bayik, Duran Kalkan û Sabrî Ok jî heye.
Dadgeha Pêncemîn a Enqereyê di biryara xwe de ragehand ku PKK dixwaze herêmên Tirkiyê Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, perçeyek axa Sûriye, Îran û Iraqê jî di nav de dewleteke Kurdan ava bike. Ji bo vê armanca xwe jî rêxistin tundiyê û çekan bi kar tîne û heta niha gelek çalakî kirine. Rêvebirên payebilind ên rêxistinê ev bi salên dirêj in li derveyî welêt dijîn.
Di biryarê de hat gotin ji bo ev kes bên girtin divê biryara girtinê ya Înterpolê jî bê dayîn û navê kesên ku der barê wan de biryara girtinê hatine dayîn wiha hat eşkerekirin;
“Zubeyîr Aydar,Duran Kalkan, Sabrî Ok, Riza Altun, Zeynep Baytar, Şahabettîn Çotak, Suleyman Şahîn, Seyîthan Sînet, Servet Aydin, Serdar Ozdemîr, Salîha Bîşkîn, Remzî Kartal, Nuriye Kesbîr, Nurettîn El Muhammed, Nulîfer Koç, Nîzamettin Toguç, Muzaffer Ayata, Mustafa Karasu, Musa Çetîner, Murat Karayilan, Mehmet Tahîr Kiliç, Mehmet Şah Yildenîz, Mehmet Can Gurhan, Mehmet Toren, Mehmet Balli, Medenî Sayilgan, Layîka Gultekîn, Îzzettîn Înan, Îskan Akyuz, Îsa Teres, Îbrahim Çoban, Hulya Oran, Haci Turmak, Gonul Tepe, Fîlîz Duman, Fethî Şarlatan, Ferhat Abdî Şahîn, Fehmî Atalay, Fehman Huseyîn, Fatîh Ozden, Emîne Serînyel, Dalokay Şanli, Cemîl Bayik, Canan Kurtyilmaz, Aynur Hulaku, Alî Haydar Kaytan, Ahmet Talva, Abdurrahîm Delîbaş û Abdulkadîr Zenger.”
Basnews
